Li Derya Spî drameke din a penaberan: 40 koçber winda ne

Hat ragihandin ku bi qasî 40 koçberên ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê, li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku bi qasî 40 koçberên ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê, li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de hat ragihandin ku roja Çarşemê boteke lastîk li herêmeke deryayî ya nêzî Lîbyayê binav bûye. Li gorî UNHCR, koçberên bi saxî ji binavbûna botê rizgar bûne, anîne bajarê Aûgûsta yê Sîcîlyayê.

Li gorî vegotinên koçberên bi saxî ji bûyerê filitîne, di dema binavbûnê de bi qasî 35-40 koçber li Derya Spî winda bûne. Nûnerê UNHCR Federîco Fossî diyar kir ku der barê kesên li Derya Reş winda bûne de wergirtina vegotinên koçberên bi saxî filitîne, dewam dike.

Ji destpêka vê salê û vir ve hejmara koçberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane 2 hezar derbas kiriye.