Li Dêrsimê endam û rêveberên BDP’ê li dijî dîwarê şermê ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin meşek girseyî pêk anîn.
Bertek û nerazibûnên li hemberî dîwarê şermê ku di navera Navçeya Nisêbînê û Qamişlo de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê lêkirin her ku diçe zêde dibe. Rêxistina BDP’êya Dêrsime jî bi boneya dîwarê li ser Sînorê Nisêbîn û Qamişloyê tê avakirin şermezar bikin meşek girseyî pêk anî.
Di çalakiyê de girzseya ku li Kolana Hunerê kom bûn, heta avahiya AKP’ê ya Dêrsimê meş pêk anîn. Di çalakiyê de rêveberên BDP’ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din beşdar bûn. Girsê di meşê pankarta "Em dê dîwarê şermê yê li Rojava hilweşînin” vekirin û bê navber siloganên “Rojava di ber xwe bide Dêrsim bi tere ye” û "Bijî serok Apo" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê Girsê Serokê Rêxistina BDP’a Dêrsimê Ergin Dogru, axivî û wiha got: “Ev dîwar li dijî gelê têkoşîna azadiyê dimeşîne tê avakirin. Li diji azadiya gelên bindest e. Tu hêz nikare têkoşina azadiya tevgera azadiye û nirxên wan ji destê wan bigire. Ev encama polîtîkayên AKP’ê yên qirêj e û em dê destûr ndin ku ev dîwar bê avakirin.” Dogru herî dawî bang li her kesî kir û xwest tev li meşe 7’ê mijdare ku li nisêbînê pêk bê bibin. Çalakî bi siloganan bi dawî bû