Li Colemêrgê veguhestina leşkerî
Li Colemêrgê veguhestina leşkerî
Li Colemêrgê veguhestina leşkerî
Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi navçeya Şemzînan ve veguhestina leşkerî berdewam dike.
Şevê din ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor a Geverê ber bi Şemzînan ve 2 veguhestinên leşkerî hatin kirin. Di konvoyan de zêdeî 100 wesayîtên leşkeriyê leşker veguhestin. Hate ragihandin ku leşker û cebilxane ji qereqolên sînor ve hatin şandin.
Li aliyê din ji Wanê gelek leşker anîn Fermandariya Tugaya Geverê û ji ber li tugayê cih nema di konteynirên hatin danîn de dimînin.