Li Colemêrgê reda xwe ya wijdanî aşkera kir
Li Colemêrgê reda xwe ya wijdanî aşkera kir
Li Colemêrgê reda xwe ya wijdanî aşkera kir
Welatiyê bi navê Îskan Aksaç ê serî li ÎHD'ê Şaxa Colemêrgê da û reda xwe ya wijdanî aşkera kir got, "Wek ciwanekî Kurd ku şerê 35 salan herî zêde bûne mexdûrên şer çûna leşkeriyê red dike."
Welatîyê bi navê Îskan Aksaç ê di sala 2008'an de bi sedema tevlî bûyerên civakî bûye 8 sal û 2 meh ceza wergirt û di 3'emîn Pakêta Darazê de bi şert hat tehliyekirin serî li Komeleya Mafê Mirovan ÎHD'ê Şaxa Colemêrgê da reda xwe ya wijdanî aşkera kir. Di civîna ku li komeleyê hat lidarxistin de Sekreterê ÎHD'ê Şaxa Colemêrgê Saît Çaglayan diyar kir cara yekemîn e ji bo reda wijdanî serîlêdanek ji bo komeleya wan çêdibe û wiha berdewam kir, "Reda wijdanî pergaleke ku ji sala 1916'an ve li hemberî pergala serwer û mîlîtarîst tê pêşxistin. Di roja me de gelek welatên Ewropî ev maf qanûnî kirine. Em jî wek ÎHD'ê dixwazin ku ew maf li Tirkiyeyê jî bê bikaranîn. Li ser vî esasî em ê bi her cureyî piştgiriya Îskan Aksaç ê ji bo re wijdanî serî li komeleya me da bikin."
Aksaç jî anî ziman ku wek mexdûrê herî mezin ê şerê 35 salan ê li herêmê naxwaza biçe leşkeriyê û mafê reda xwe ya wijdanî bi kar tîne. Aksaç wiha axivî: "Zarokên burjuvayan ku bi rehetî li malên xwe radizên, zarokên xizanan di şeran de jiyana xwe ji dest didin. Ez bawerim wê ev biryara min tevkariyê li pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bike."