Li Cizîrê yek jê zarok 2 kes hatin girtin

Li Cizîrê yek jê zarok 2 kes hatin girtin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji 5 kesên hatin binçavkirin yek jê zarok 2 kes bi îdiaya endamên YDG-H ne hatin girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girtibû û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 5 kes binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna 5 ksean a li midûriyeta polîsan zarokê bi navê M.Ç. (15), Cihat Kılıcı (20), Mustafa Aşkin (22) serbest hatin berdan. Zarokê 17 salî H.E. (17) û Ahmet Nas (19) jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê ji derbarê H.E. û Nas de bi îdîaya endamên YDG-H'ê ne girtin û şandin girtîgehê.