Li Cizîrê bi hevkariya cerdevana serdegitina ceyrana qaçax
Li Cizîrê bi hevkariya cerdevana serdegitina ceyrana qaçax
Li Cizîrê bi hevkariya cerdevana serdegitina ceyrana qaçax
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê, endamê Belavkariya Elektirîkê a Dicleyê A.Ş (DEDAŞ), polis û cerdevanan li ser malan de girtin û bê ku sedemekê diyar bikin, gotin ‘hûn ceyrana qaçak bi kartînin’ ji bo sedan malan re cezayê pere birî. Ta niha 500 hezar LT ceza hatiye birîn, mal hişyar kirin ku eger di nava du rojan de pereyan ne de wê ceryana wan bê birîn.
Li taxên Cizîrê Nûr, Cûdî, Dagkapi û Alibeyê endamên DEDAŞ’ê bi alîkariya polîs û cerdevanan li ser malan de girtin û bê ku kontrolekê bikin 1-2 hezar LT cezayê pere li malan birî. Ta niha ji 388 malan cezayê pere biriye. Hat ragihandin ku, eger di nava 2 roja de pere neyê dayîn wê ceyran wan were birîn.
Gel bertek nîşanî serdegirtina polîs û cerdevanan dan û dan diyar kirin ku, ta niha 500 hezar LT pere ceza bê ku ceyran bê kontrol kirin hatiye birîn û gef li malan kirine ku eger ceza nedin wê ceyrana wan bê birîn.