Li Cizîrê 6 jê zarok 7 kes hatin girtin
Li Cizîrê 6 jê zarok 7 kes hatin girtin
Li Cizîrê 6 jê zarok 7 kes hatin girtin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan de 6 jê zarok 7 kes bi idîaya "Endamên YDG-H'ê ne" piştî hatin binçavkirin li dadgehê hatin girtin.
Yekîneyên polîsan 2 roj berê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtibû. Polîsan û tîmên taybet di serdegirtina malan de li taxa Cudî û Nurê 8 jê zarok 9 kes binçavkirin. Polîsan kesê ji sedî 50 astengdar e jî binçav kirin. Zarokê nivîşkan li midûriyeta polîsan serbest hat berdan. Polisan 7 jê zarok 8 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê kir. Dozgeriya Komarê ya Cizîrê jî kesê bi navê S.A (15) serbest berda û 6 jê zarok 7 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta Dadgehê jî bi hinceta "Li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan derketine" û "Endamên YDG-H'ê ne" der barê Ahmet Anakin (19) û S.B. (16), E.U. (14), S.Ç. (17), A.A. (17), S.B. (16) ve M. B. (16) de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.