Li Calaîsê bi hezaran penaber herikîn Tunela Euro
Hat ragihandin ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin, qada Tunela Euro lê ye, dagir kirine.
Hat ragihandin ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin, qada Tunela Euro lê ye, dagir kirine.
Hat ragihandin ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin, qada Tunela Euro lê ye, dagir kirine.
Bûyera ku duh ji aliyê rojnameya Le Fîgaro ve hat ragihandin, ji aliyê Polîsê Sînor (PAF) û Walîtiya Pas-de-Calaîs ve hat piştrastkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, zêdeyî 2 hezar koçberên qaçax ên şeva Duşemê ketin qada Conqûelles a Tunela Euro lê ye, hewl dan derbasî Îngilîstanê bibin.
Hat ragihandin ku hewldana dagirkirinê ya bi şev saet di 22'an de destpê kir, heta saet 06 ê ber destê sibehê dewam kir. Di navbera polîsên dest li herikîna penaberan a ber bi tunelê werdan û penaberan de pevçûn derket û herî kêm 15 penaber birîndar bûn.
Li aliyê Fransayê yê tunelê bi qasî 90 polîs wezîfedar in û tê gotin ku van polîsan nekarîbûn hundir û derveyî tunelê biparêzin. Rayedarên polîsan diyar kirin ku penaber dema gihaştin hejmara 500 heta 800'î li hemberî tunelê dest bi çalakiyê kirine.
Li gorî agahiyên Walîtiya Pas-de-Calaîs jî ji 2 hezar 200 koçberên ketin herêma tunelê, 200 ji wan li qadeke bi sînor 'hatin dorpêçkirin', 1.900 jî ji herêmê hatin derxistin. Bi qasî 15 ji koçberan jî hatin binçavkirin.
Penaberên li qada daristanî ya li derdora Tunela Euro ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de kom bûn, ji bo derbasî Brîtanyayê bibin hewl didin li trenên bar ên ji tunelê derbas dibin siwar bibin. Ji 1'ê Hezîranê û vir ve li ber devê tunelê, ji penaberên hewl dane li trena leza wê dadikeve 30 heta 50 kîlometreyî saetê siwar bibin, 9 ji wan jiyana xwe ji dest dan.