Li Brîtanyayê Partiya Karkeran soza ‘kêmkirina koçberiyê’ da

Li Brîtanyayê di 4’ê Tîrmehê de wê hilbijartin bên lidar xistin. Serokê Partiya Karker ku ji bo hilbijartinê bijarteye Keîr Starmer di hevpeyvînek de soza ‘kêmkirina koçberiyê’ da.

Li gorî ankêtan Serokê Partiya Karker Keîr Starmer bi qasî 20 pûan li pêşiya Partiya Mûhafezakar a Serokwezîr Rîshî Sunak e, soz da ku eger cara yekemîn were ser desthilatdariyê wê koçberiyê kêm bike. 

Li gorî îstatîstîkên fermî, koça zelal a di sala 2023'yan de gihîşt 685 hezar kesî, duyemîn asta herî bilind a piştî rekora sala bihurî 764 hezar e.

Keir Starmer ku berê parêzerê mafên mirovan bû got, “Eger hûn bawerî bidin min, ez ê vê sozê bidim we: Ez ê sînorên me kontrol bikim û alîkariya karsaziyên Brîtanî bikim ku berî her tiştî Brîtaniyan bixebitînin.”

Starmer got, "Ez ê her li qadan dengê xwe bilind bikim” û ji ber mûhafezkar soz dane û nekarîne koçberiyê kêm bikin şermezar kir. 

Keir Starmer di vê navberê bi dixwaze 'tasfiyekirina' baskê çep ê Partiya Karker’ tê sûcdarkirin.

Her wiha serokê Partiya Karkeran, diyar kir ku eger ew bi ser bikeve, ew ê tavilê dest ji plana Mûhafezakaran a ji bo dersînorkirina koçberan ber bi Rûandayê ve hatiye amadekirin, berdin.