Li Binarê Qendîl civînên gel
Li Binarê Qendîl civînên gel
Li Binarê Qendîl civînên gel
Li Binavê Qendîl ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev û PÇDK’ê ve civînên gel hatin li darxistin. Gabar destnîşankir ku, “Pêngava ku Rêberê me di 21’ê Adarê de dest pêkiriye û bi daxuyaniya çapemeniyê ya di rojên dawiyê de ya ji aliyê tevgera me de hatiya îlankirin, bi taybet vekşîna gerîla ya derveyî sînor, wê bibe wesîleya destpêkirina pêvajoyeke nû.”
Li Binarê Qendîlê 30’ê Nîsanê li herêma Merdo gundê Kozînê, Baleyen, Navdeşt û gundên Qeletoka rêze civîn ji aliyê Tevgera Hemwelatiya Azad û Wekhev û Partiya Çareseriya Demokratî Kurdistanê PÇDK’ê ve pêk hatin. Civîn ji aliyê Endamê Rêveberiya Koma Civakên Kurdistan KCK’ê Biryar Gabar ve hate birêve birin. Her wiha wê ev rêze civîn li hemû gundên binarê Qendîlê werin li darxistin. Armanc ji van civînan hîn zêdetir agahdarkirina gelê herêmê di derbarê rewşa siyasî û rewşa herêmê bi giştî bû. Civîn ku li gundê Kozînê pêk hat bi amedebûna nûnerên gundên Meredo, Elîreşê, Bestê, Soregulê, Tutmê, Kozînê, Şirwêtê, Sipêro, Kulkule, Belgê, Qijalebire, Şîdala û Dergelê destpê kir, di serî de jin bi tevlîbûna dehan kes eleqeyeke mezin ji civînê re hebû.
Endamê Rêveberiya Koma Civakên Kurdistan KCK’ê Biryar Gabar di civînê de hîn zêdetir bal kişand ser pêşketinên siyasî yên di herêm û Kurdistanê de diqewimin û wiha axivî; “Pêngava ku Rêberê me di 21’ê Adarê de dest pêkiriye û bi daxuyaniya çapemeniyê ya di rojên dawiyê de ya ji aliyê tevgera me ve hatiya îlankirin, bi taybet vekşîna gerîla ya derveyî sînor, wê bibe wesîleya destpêkirina pêvajoyeke nû. Her wiha pêwîste pêvajoya ku em tê de ne, di makzagona bingehîn de fermî bibe, ji ber vê 6 madeyên ku di daxuyaniya çapemeniyê de hatine diyar kirin heyanî ji destê me tê em dê van madeyen ku hatine rêz kirin pêk bînin. Ji lewma jî di vê demê de ji hemû kesan tê xwestin ku hişyar û bi baldarî tevbigerin. Ji ber vê em û gelê me di pêvajoyê bi hemû hesasiyeta wê dişopînin. Ji ber şaşiyên ku di vê pêvajoyê de derkevin holê wê bibe sedem ku dîrok me efû neke.”
Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.