Li ber Zanîngeha Firatê pevçûna çekdarî: 7 birîndar
Li ber Zanîngeha Firatê pevçûna çekdarî: 7 birîndar
Li ber Zanîngeha Firatê pevçûna çekdarî: 7 birîndar
Li Zanîngeha Firatê komek ulkucu êrîşî xwendekarên pelazparêz kirin. Di erîşa çekdarî de pevçûn derket û yek jê polîs 7 xwendekar birîndar bûn. Hat zanîn ku birîndarê bi navê Alî Sayan personelê midûriyeta polîsan e.
Li qantîna Fakulteya Perwerdehiyê û Sporê ya Zanîngeha Fıratê di saetên êvarî de komek ulkucu êrîşî xwendekarên welatparêz û demokratîk kirin. Di êrîşa bi çek û kêran de şer derket. Di şerê derket de yek jê polîs 7 xwendekar birîndar bû. Hat zanîn ku polîsê ku birîndar bû li Midûriyeta Polîsan a Xerpêtê Ali Sayan e. Xwendekarên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Firatê. Polîsan piştî şer li zanîngehê tedbîrên mezin girt.
Têkildarî bûyerê xwendekarê bi navê Fakulteya Perwerdehiya Bedenê Revan Demirtaş, anî ziman ku li kantinê 5 xwendekar rûniştî bûn û nêzî 20 xwendekarên ulkucu hatin û bi dar, kêr û çekan êrîş pêk anîn. Demîrtaş, da zanîn ku koma ulkucuyan xwestin li kantînê civînê pêk bînin û xwendekarên din li hemberî vê daxwazê derketin û liser vê yekê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 2 xwendekarên ku têkiliya wan bi bûyerê tune bûn jî birîndar bûn.