Li Bedlîsê di navbera malbatên cerdevan de pevçûn: 2 mirî
Li Bedlîsê di navbera malbatên cerdevan de pevçûn: 2 mirî
Li Bedlîsê di navbera malbatên cerdevan de pevçûn: 2 mirî
Li gundê cerdevanan Kerp yê Mûtkiyê di navbera malbatên Albayrak û Elaldi de pevçûna çekdarî derket û di pevçûnê de 2 kes mirin.
Li gundê cerdevanan Kerp yê navçeya Mûtkiya Bedlîsê di navbera malbatên Albayrak û Elaldi de pevçûna çekdarî derket. Di pevçûnê de Temîn Albayrak li cihê bûyerê, Savaş Elaldi jî li Nexwexaneya Dewletê ya Bedlîsê mir. Piştî pevçûnê li nexweşxane û gund ewlekariyên mezin hatin girtin.
Di navbera malbatên Albayrak û Elaldi de beriya nêzî salekê jî pevçûn çêbibû û hate diyarkirin ku, li ser vê yekê leşkeran dest danîbûn ser çekên cerdevanan. Hate hînbûn ku, beriya çend mehan dîsan çekên dest danîbûn ser careke dabûn gundiyan. Tê îdiakirin ku, di pevçûnê de ev çek bikaranîne.