Li Bazarcixê erdhej

Li Bazarcixê erdhej

Li navçeya Bazarcix ya Gurgumê du erdhejên meznahiya pêla wan 4.1 û 3.5 rû da. Di erdhejan de windahiyên can û mal çênebûn.

Li gorî daneyên Enstutiya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî li Bazarcixê di demjimêr 09:47’an de erdhejekî 3.5 û di demjimêr 09:50’an de jî 4.1 rû da.

Du erdhejên li pey hev li Bazarcixê rûdan li bajar û navçeyên derdor hate hîskirin.

Di erdheja ku li Bazarcixê diltirsî çêkir, hate ragihandin ku windahiyên can û mal tune ne.