Li başûrê Iraqê goreke nû ya komî ya Kurdan hat dîtin

Li başûrê Iraqê goreke nû ya komî ya Kurdan hat dîtin

Li başûrê Iraqê, 2 gorên komî yên nû ku hestiyên 145 qurbaniyên Kurd ên ji aliyê rejîma Baasê ve hatin qetilkirin, hatin dîtin.

Wezareta Şehîdan û Endalê ya Başûrê Kurdistanê û komên lêkolînê yên ser bi wê, ku gorên komî yên li Iraqê lêkolîn dike, di encama lêkolînên xwe yên li Iraqê de li bajarokê Basiye yê ser bi Musenna'yê gora nû ya komî dît.

Hat ragihandin ku di gorê de hestiyên 93 mirovan hatine dîtin. Tê texmînkirin ku piraniya kesên li vê derê hatine qetilkirin ji herêma Barzan e.

Komên lêkolîna taybet diyar kir ku di gora komî ya li navçeyaNugre Selman a Musennayê de jî hestiyên 52 mirovan hatine dîtin.

Di 30'ê Mijdarê de di goreke komî ya li herêma Busay a ser bi bajarê Semave yê Iraqê de, cesedê 56 kesên di operasyona Enfalê de hatin qetilkirin, hatibû dîtin.

Piştî lêkolînên li Silêmaniyê derketibû holê ku cesed yê mehkûmên Kurd ên li Girtîgeha Nugreselam di sala 1988'an de ji aliyê Saddam ve hatibû qetilkirin e. Di encama lêkolînan de diyar bûbû ku hin mirov bi saxî hatibûn definkirin.

Di Enfalê (Bi Erebî tê wateya xenîmetên şer) de li dijî gelê Kurd, gund, erd, binesazî, rê û her qadên jiyanê yên gleê Kurd êrîşên rêkûpêk hatibû kirin û tevgereke qirkirinê hatibû meşandin. Li gorî daneyên fermî di vê tevgera qirkirinê de 180 hezar kes hatin kuştin.