Li Awûstûrya û welatê Baskê kampanya îmzeyan

Li Awûstûrya û welatê Baskê kampanya îmzeyan

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji Ocalan re azadî de li paytexta Awûstûrya Viyana û welatê Baskê îmze hatin berhevkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, xebatkarên dengê Kurdan li Awûstûryayê û endamên Rêxistina Ciwanên Kurd li Viyanayê, nêzî 800 îmze berhev kirin.

Kampanya îmzeyan bi organîzeya Meclîsa Gelê Kurd a Viyanayê her hefte li bajarekî cûda yê welêt tê meşandin û roja Şemiyê endamên Dengê Kurdan li Awûstûryayê, kampanya dewir girtin.

Dezgeha kampanyayê li Schwedenplatz a li navenda bajêr hat vedan û li pêwendiyeke mezin rast hat. Li dezgehê, tevî berhevkirina îmzeyan her weha der heqê jiyan, têkoşîn û mercên girtîgehê yên Ocalan de bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin. Xebatên komkirina îmzeyan saet di 13.00'an de destpê kir û heta 20.00'an dewam kir.

LI WELATÊ BASKÊ KAMPANYA ÎMZEYAN

Li welatê Baskê jî, li gundê Mendîonde sê rojan Kurdan li festîvala Ehz Bask de ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin.

Di dezgeha li festîvalê de, der heqê jiyana û mercên tecrîdkirî yên Ocalan de belavok û broşur hatin belav kirin û bi devkî agahî hat dayîn. Bi tenê di nava rojekê de hezar îmze hatin berhevkirin.