Li Amedê RCS 'Komeleya Têkoşîna li dijî Narkotîkê' ava dikin

Li Amedê RCS 'Komeleya Têkoşîna li dijî Narkotîkê' ava dikin

Li Amedê, tevî Şaredariya Bajarê Mezin, Baro û Komeleyên Karsazan 57 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ji bo "Komeleya Têkoşîna li dijî Narkotîkê" ava bikin dest bi kar kirin.

Li Amedê, ji bo pêşî li bikaranîna narkotîkê were girtin, rêxistinên civakî yên sivîl ên bajêr ketin nava tevgerê. Bi vê armancê tevî Şaredariya Bajarê Mezin, Baro û Komeleyên Karsazan 57 Rêxistinên Civakî yên Sivîl biryar dan "Komeleya Têkoşîna li dijî Narkotîkê" ava bikin.

Serokê Komeleya Karsaz û Pişesazên Başûrrojhilat (GUNSÎAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû da xuyakirin ku weke rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî biryar dane li hemberî narkotîkê tê bikoşin.

Bedîrhanoglû got, "Bi vê armancê wê Komeleya Têkoşîna li dijî Narkotîkê bê avakirin. Plansaziyên der barê komeleyê de wê bi civînan bên diyarkirin. Emê li hemberî belayê narkotîkê yê gefê li ciwanan dixwe, bêdeng nemînin."

Serokê Komeleya Karsaz û Pişesazên Amedê (DÎSÎAD) Bûrç Baysal jî anî ziman ku di avakirina vê komeleyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêşengiyê dike û diyar kir ku di vê komeleyê de li gel saziyên civakî yên sivîl, dê gelek welatî jî bi dilxwazî cih bigirin.

Baysal got, "Di têkoşîna li dijî narkotîkê de emê nebin komeleyek bi tenê ji tabela pêk tê. Komeleya me wê li dijî yek ji pirsgirêkên herî giran ê bajêr li dijî narkotîkê bi awayekî çalak têbikoşe."

Serokê Yekitiya Odeyên Sanatkar û Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû ragihand ku bajar xwedî nifûseke cidî ya ciwanan e û anî ziman ku temenê bikaranîna narkotîkê ketiye.

Ebedînoglû got, "Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku li dibistanên seretayî madeyên narkotîkê tên bikaranîn. Temenê bikaranîna narkotîkê ketiye."

Ebedînoglû ragihand ku bi armanca têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê bi Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr re hatine cem hev û got, "Bi saetan me nîqaş kirin ka em dikarin çi bikin. Û li hev kirin ku di vê mijarê de komeleyekê ava bikin ku karibe xizmeteke cidî bide. Li ser bingeha dilxwaziyê gelek kes dê bi hestê berprsiyariyê di nava vê rêxistinbûyînê de cih bigirin. Di komeleyê de wê parlamenterên me, karsazên me û hevalên me yên çapemeniyê cih bigirin."