Li Amedê qeza: 1 mirî, 2 birîndar
Li Amedê qeza: 1 mirî, 2 birîndar
Li Amedê qeza: 1 mirî, 2 birîndar
Li ser rêya bejahî ya navbera Amed û Rihayê, di encama qezayeke trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîteke ji Amedê diçû Rihayê, ji ber leza zêde û şematokiya rê qeza derbas kir. Di qezayê de ajokarê wesayîtê yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê ajokar rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê, birîndar jî birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.