Li Amedê operasyon û faliyetên keşfê

Li Amedê operasyon û faliyetên keşfê

Artêşa Tirk li herêmên Şehîd Baran, Dêrika Bikûrî, Hecî Çerkes, Başûte û derdorên wê yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê bi piştgiriya balefirên keşfê û Kobrayan operasyona da destpêkirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û ragihand ku, “Roja 29’ê Nîsanê li herêma Şehîd Baran, Dêrika Bikûrî, Hecî Çerkes, Başûte û derdorên wê yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê artêşa Tirk ya dagirker bi balefirên keşfê yên bêmirov, piştgiriya kobrayan û wesayîtên zirxî operasyon da destpêkirin.” Hate diyarkirin ku, operasyon piştî li herêmê lêgerîn kirin di heman rojê de di demjimêr 16.00 û 17.00’an de bê encam vegeriyaye.

HPG-NÇR aşkera kir ku, hêzên qereqola Suryan ya girêdayî navçeya Dara Hênê ya ser bi Çewlikê ve faliyetên keşfê kirin û wiha got: “Roja 29’ê Nîsanê hêzên qereqola Suryan ya girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li herêmên Rençbera Mezin, Heşber, Rehecî û Derayê bi balefirên bêmirov yên aydê artêşa dagirker ya Tirk û kobrayan di navbera demjimêrên 13.00 heya 18.00’an de faliyetên keşfê meşandine.”