Li Amedê operasyon, li Oramarê êrîşa topebaranê

Li Amedê operasyon, li Oramarê êrîşa topebaranê

Artêşa tirk u li Amedê bi operasyon, kemîn û  keşfan dikin,  Oramarê jî bi topên hawan û obusan topbaran dike.

HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa tirk li dijî gerîlayên HPG’ê ku niha di agirbestê de ne operasyon û êrîşan bê navber pêk tîne.

Li gorî agahiyên ku Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê dane artêşa tirk di 25’ê nîsanê de saet di 06.30’an de  leşker daxistiye qada Akdag a Amedê û operasyon daye destpêkirin, operasyona ku li Dest Mala, Seferan, Kosan, Kewnîk, Miçkê, Tepe Tang û Şehîd Xeyrî  digire nava xwe operasyona daye detpêkirin.  Her wiha hate hînbûn ku heman rojê  faliyetên keşfê jî hatine kirin û van faliyetan encam negirtiye.

HPG’ê destnîşan kir ku di navbera 26-27’ê N3isanê de jî artêşa tirk a dagirker li Pasûr, Licê, Hênê û Çelê, Heyva sor  a Amedê kemîn daniye û li qadên ku mijara gotinê ne Wesayîtên Hewayî yên bê Mirov faliyetên keşfê bê navber dane meşandin.

HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di 26’ê Nîsanê de jî herêma Oramarê bê navber bomberankiriye. Her wiha di 26’ê nîsanê jî  Qerekola Elfo ya girêdayê navçeya Solha a Çewlîkê, li hemberî qada gundê Uruk û Girgiz operasyon pêk aniye lê operasyon bê encam maye.