Li Amedê êrişa polîsan dewam dike

Li Amedê êrişa polîsan dewam dike

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi boneya êrîşa leşkeran a li dijî gelê Liceyê û kuştina Medenî Yildirim şermezar bike, di çarçoveya kampanya "Hikûmet gavan bavêje" xwest meşê pêk bîne. Di meşê de polîsan bi awayeki hişk mudaxleyî girseyê kir û yek jê giran 4 kes birîndar bûn. 

Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Amedê kom bûn, bi boneya gulebarana leşkeran a li dijî welatiyên Gundê Hezanê yê Navçeya Liceya Amedê ku bi boneya avakirina qereqolan şermezar bikin meş pêk anîn û di êrîşê de ciwanê 18 salî Medenî Yildirim hat qetilkirin şermezar bikin, meş pêk anîn. Bi hezaran kesên ji ber avahiya BDP'ê heta Parka Koşuyolu xwestin bimeşin li Qada turgut Ozal rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û TOMA'yan mudaxaleyek hişk pêk anî. Bi mudaxaleya polîsan şer derket û her der bû qada şer. Di mudaxaleya bi bombkeyên gazê yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Piştî di navbera polîs û girsê de pevçûn derket, gelek helikopter firiyan pada pevçûnê û helîkopter bi nizmî di serre difirin. Di dema Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk dest bi axaftinê kir polîsan dîsa bi bombeyên gazê û ava şit mudaxele kir û mudaxaleya polîsan û pevçûn didome.