Li Amedê çalakiyên ciwanan
Li Amedê çalakiyên ciwanan
Li Amedê çalakiyên ciwanan
Li Amedê, ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK) ji bo bîranîna Medenî Yildirim ê li Licê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin û êrişa polîsan a li meşa duh a li Amedê, çalakî lidar xistin.
Ji bo bîranîna Medenî Yildirim ê li Licê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û bi armanca bersivdayîna destwerdana polîsan a li çalakiya duh a li Amedê, keçên ciwan ên Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz, duh saet di 22.00'an de li navçeya Amed Baglarê ATM'yeke Îş Bankasi ya li sîteya Toptancilarê bi molotofan dan ber agir. Di encama çalakiyê de ATM bi temamî şewitî.
Ciwanên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşer û Welatparêz (YDG-H) jî bi heman armancê duh bi şev li Sûr, Şehîtlîk û Fîskayayê çalakî lidar xistin. Çalakiya ciwanan li destwerdana polîsan rast hat.
Ciwanên ji yekîneyên YDG-H û YDG-K'ê jî bi fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiv dan êrişa polîsan. Pevçûnan heta derengiya şevê li nava kolanan dewam kirin.