Li Amedê 2 qeza: 2 mirî 63 birîndar
Li Amedê 2 qeza: 2 mirî 63 birîndar
Li Amedê 2 qeza: 2 mirî 63 birîndar
Li navenda Amed û navçeya Bismilê di encama du qezayên trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, îro danê sibê li bajarokê Tepe yê navçeya Farqînê pîkapek tê de karkerên çandiniyê hebû, ji ber teqîna lastîkê dawiyê wergeriya. Di bûyerê de diya 8 zarokan Narîn Onay a 47 salî jiyana xwe ji dest da, 40 kesên di wesaîtê de jî birîndar bûn.
Bi bihîstina qezayê re, 3 birîndarên rewşa wan giran bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Amedê. Hat ragihandin ku ji birîndaran 18 jê xwendekar in.
Di heman rojê de qezayeke din li ser rêya Amed-Mêrdînê li nêzî bajarokê Çarikli rû da. Di qezaya li vê derê ya ji ber leza zêde rû da, welatiyekî jiyana xwe ji dest da, 23 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên Amedê tên dermankirin.