Li Amedê 1'ê Gulanê bi meşê dest pê kir

Li Amedê 1'ê Gulanê bi meşê dest pê kir

Li Amedê mitînga 1'ê Gulanê ya bi slogana "Çareserî bi rizgariya demokratîk pêkan e" ya ji aliyê gelek sendîka û partiyên siyasî ve tê organîzekirin bi meşa bi 4 aliyan ve hate lidarxistin dest pê kir.

Li Amedê karker bi çar aliyan bi sloganên "Bijî yek Gulan" û "Bijî yekîtiya karkeran" bi ber Qada Îstasyonê ve herîkin.

Sendîkayên girêdayî KESK'ê li Deriyê Rihayê, partiyên siyasî li Viyaduka Rezan, sendîkayên girêdayî DÎSK'ê li Şehîtlik û TURK-ÎŞ, TMMOB'ê jî li ber Otela Prestîjê ber bi qadê ve dest bi meşê kirin.

Di meşan de pankratên "Em nabin koleyê taşeronê", "Bijî yek gulan", "Bijî biratiya gelan", "Çareserî bi rizgariya demokratîk pêkan e" hatin vekirin û dowîzên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" hatin hilgirtin û sloganên "Bijî yek gulan", "Bijî yekîtiya karkeran", "Ked, aşiti, azadî", "Bijî azadiya Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Bi hezaran kedkarên li Qada Îstasyonê hatin cem hev rêzgirtin girtin û pîrozbahî dan destpêkirin.

Di pîrozbahiyan de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 1'ê Gulanê şandî hate xwendin.