Li Amed û Colemêgê 5 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Colemêgê 5 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Colemêgê 5 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Colemêgê 5 kes hatin binçavkirin, li Wanê jî kesek hat girtin.
Rêveberê BDP'ê yê Amedê Huseyîn Daş û Alîkarê Şaredarê Peyasê Mûstafa Demîr hatin binçavkirin.
Rêveberê BDP'ê yê Amedê Huseyîn Daş û Alîkarê Şaredarê Peyasê û Rêveberê Yekitiya Şaredariyên Anatoiya Başûrrojhilat (GABB) Mûstafa Demîr duh danê êvarê dema ji Mêrdînê diçûn Amedê hatin binçavkirin. Hat hînbûn Daş û Demîr li Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê tên ragirtin. Sedema binçavkirina Daş û Demîr nehat hînbûn.
Li Colemêrgê jî 3 kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên hevdemî yên li 3 malên cuda de Îdrîs Tûrgût, Omer Kaya û Îdrîs Abî hatin binçavkirin û ew birin qereqolê.
Li Wanê jî Îsmaîl Temel ê di 29'ê Mijdarê de li Colemêrgê hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Îsmaîl Temel ê li nuqteya kontrolê ya polîsan a Depîn hat binçavkirin, li dû kar û barên li emniyetê duh ew radestî Edliya Wanê hat kirin. Temel bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hat bicihkirin.