Li Îranê enflasyon zêde bû

Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Statîkên Îranê ve hatî eşkere kirin enflasyon li gorî sala borî zêde bûye. Bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdisanê ji sedî 70,5 bajarê ku enfalson herî bilind e.

Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Statîkan ve hatî weşandin, 4 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke bajarên rêjeya enflasyon herî lê zêde hate rêz kirin. Li Îlam û Sineyê rêjeya enfalsyonê 70,5 ji sedî, li Bakur Horasan enflasyon ji sedî 70,2 û eyaleta Buşehr ku herî zêde Ereb lê dijîn enflasyon ji sedî 70'ê ye.

Li gorî raporê li herêmên bejahî yên eyaletên nêzî sînor enfalsyon ji sedî 70’ê derbas kiriye û li navendên bajêr pileya enfalsyonê daketiye.

Di raporê de hate diyar kirin ku li herêmên bejahî teqrîbî enflasyon ji sedî 59 û ev rêje li navendên bajêr bi rêjeya ji sedî 51 hate nîşandan.

Li gorî daneyên navenda statîkan li gorî bajaran enflasyon wiha ye;

Îlam ji sedî 70,5

Sine ji sedî 70,5

Bakur Horasan ji sedî 70,2 ji sedî

Paytext Tebrîz a Rojhilatê Azerbaycanê ji sedî 67,7

Buşehr ji sedî 70

Loristan ji sedî 67,2

Kohkiloye Buyrahmad ji sedî 66

Başûrê Horosan ji sedî 65,8

Hûxistan ji sedî 65,1