Lavrov piştî ku bi Wezîrê Karê Derve yê Bosna Hersek Îgor Crnadak re civiya daxuyaniyek da çapemeniyê û qala lihevkirina Îdlibê ya bi dewleta Tirk re kir.
Lavrov wiha got; “Rayedarên Rûs û Tirk yên leşkerî li ser sînorên herêma bêçek ya Îdlibê ku beriya çend rojan lihevkiribûn mûtabaqat kirine.”
Lavrov biryaa Îdlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de weke ‘pêngava navberê’ nirxand.
TIRKIYE WÊ BIKARE EL NÛSRAYÊ ÎQNA BIKE?
Lavrov îdîa kir ku li herêma bêçekirinê wê êrîşên li dijî artêşa Sûriye û balafirgeha Hmeymîn werin astengkirin û got divê hemû endamên Fetîh el Şam ku berê navê wan Eniya El Nûsra bû bi çekên xwe yên giran ve wê di nîvê meha Cotmehê de ji herêma bêçekirinê derkevin.
Herêma bêçekirinê di navbera firehiya 15 û 20 kîlometre de ye û hate diyar kirin ku li Îdlibê di navbera herêmên destê rejîmê de û endamên bi çek de wê herêma tampon were avakirin.
LAVROV BAKURÊ SÛRIYE KIR HEDEF
Li gorî medyaya Rûs Lavrov di civîna çapemeniyê de gefa li dijî yekparçebûna Sûriyeyê li ‘rojhilatê Firatê’ bilind dibe. Lavrov wiha got; “Gefa herî bingehîn ya li dijî yekparçebûna Sûriyeyê,li rojhilatê Firatê ku bingehên xweser hatiye avakirin û di kontrola DYA yê de ye bilind dibe.”