Li 103 gundên Kobanê operasyonên heşîşê
Li 103 gundên Kobanê operasyonên heşîşê
Li 103 gundên Kobanê operasyonên heşîşê
Hêzên Asayîşê li Herêma Kobanê ji bo paqijkirina herêmê ji madeyên tiryakê ji 103 gundan operasyon li dar xistin û heşîş hilkirin.
Çalakiyên ku hêzên Asayîşê li Herêma Kobanê ji 16'ê nîsan 2013'an de dest bi paqijkirina herêmê ji heşîş û madeyên tiryakê kiribû, Asayîşên bajarê Kobanê û gundên Çelebiyê, Qerqowê û Qumcî, madeya heşîşê ji 103'ê gundan hilkirin.
Endamê Asayîşê Feyaz Şahîn diyar kir ku tu pirsgirêk di navbera wan û kesên heşîş çandine de derneketin. Her wiha welatiyan bi gava Asayîşê ji bo hilkirina heşîşê kêfxweşiya xwe anîn ziman.