Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û Şehîdên 9'ê Gulanê hatin bîranîn
Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û Şehîdên 9'ê Gulanê hatin bîranîn
Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û Şehîdên 9'ê Gulanê hatin bîranîn
RJAK'ê di salvegera şehadeta şoreşgerên jin Leyla Qasim, Şirîn Elemhûlî û Şehîdên 9'ê Gulanê Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan li bajarê Hewlêrî bi bîranîn.
Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya salvegera Şehîdên 9'ê Gulanê Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û hersê hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan kû ji aliyê rejîma dîktator ya Îranê ve hatibûn darv ekirin, li Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê bibîranîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama RJAK'ê Viyan Şoreş ve hate xwendin wiha hate gotin: "Di dîroka Kurdistanê de dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê jibo tekbirin û şikandina vîna azadîxwaziya gelê Kurd û herwisa jibo binxistin û pûçkirina şoreş û serhildanên gelê Kurd hemû şêwaz bikaranîne. Her çendî ku beriya salên 70'êyan de rêxistina jina Kurd gelek lewaz bû jî lê derketina kesayetek wek Leyla Qasim nimûneya zindîbûna gelê Kurd û bitaybet jina Kurde. Ev rastiye jî danî holê ku jina Kurd ji bo berxwedan û şehîdbûn û pêşengiyê amedene."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, herçendî partiyên wê demê xwediyê bîrdozî û felsefeyek bihêz ya azadiya jinê nebûn jî û wiha hate gotin: "Lê jina tekoşer û pakrewana Kurd Leyla Qasim karî li erkê xwe yê netewî û dîrokî têbigehe û xwedî derbikeve. Îro 37 sal li ser dardekirina Leyla Qasim de derbaz bûn lê dagirkerên Kurdistanê tu guhertin di siyaseta xwe ya li hember gelê Kurd de ne daye çêkirin."
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kêşandina ser şehîdên 9'ê Gulanê kû sala 2000'ê çar şoreşgerên Kurd Şîrîn Elemhûlî, Ferzed Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn dardekirin û wiha hate gotin: "Rejîma Komara Sêdara Îslamî Îranê sala 2000'ê bi heman mejiyê rejîma ku Leyla Qasim dardekiribû di 9'ê Gulanê de jina şoreşgera Kurd Şirîn Elemhûlî û rêhevalên wê Elî Heyderan, Ferzed Kemanger û Ferhat Wekîlî li zindana Êvîn ya Tehranê dardekirin. Di heman demê de dardekirina wan rêhevalan tê wateya kû îxanet li gelê xwe û şoreşa xwe ne kirin jibo wê dijminê hov li xwe ranegirt û ew dardekirin. Lewra ev jibo gelê me şoreşa azadiyê cihê serbilindî û serkeftinêye û li doza şehidên 9'ê Gulanê derketin em ji xwe re weke erkekê dibînîn û heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê têkoşîna wana bihêz bikîn, xwedî li bîranînên wana derbikevin û bidin jiyan kirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bi hezaran jinên Kurd li zîndanên Tirkiyê de ne û li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek jinên Kurd di zîndanên Îranê de hene kû ji wan re cezayê dardekirinê hatiye birîn û li rastî hemû core tundûtîjî û işkenceye tên û yek ji wan jî jina tekoşer Zeynep Celalyane kû agahî ji rewşa wê nayê girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) di salvegera dardekirina herdû jinên tekoşerên Kurd Leyla Qasim û Şîrin Elemhûlî û şehîdên 9'ê Gulanê Ferzed Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan bang dikîn kû em bi hev re jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî berbi rêbaza berxwedana tekoşîna azadîxwaziya jinan û li ser rêbaza Sakîne Cansiz û şehîdên Parîsê têkoşîna jinan bilind bikin. Ji ber ku bi bilindkirin û bihêzkirina tekoşîna azadîxwaziya jinê em dikarîn dawiyê li hemû tundûtîjî bînîn û mafê netewî û demokratik û zayenda xwe bidest ve bînin."