Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin
Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin
Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin
Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Îranê gule li gundiyan reşandin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, Mûxafizên Şoreşê yên Îranê, li ser sînor careke din mirov bê pirs û sewal kuştin. Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Kirmaşanê, leşkerên Îranê êrişî komek li herêma Selasa Bawcan a li ser sînor kir û di encamê de kesekî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Bi bihîstina bûyerê re, sê kesên xwestin biçin gundê Ezgelê, li gulereşandina leşkerên Îranê rast hatin. Di vê êrişê de jî kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin, di nava du hefteyan de herî kêm 7 kesan bi hinceta qeçaxçitî kirine ji aliyê rejîma Îranê ve bê daraz, hatin kuştin.
Rejîma Îranê herî kêm di nava 35 salan de cihêkariya etnîkî li Rojhilatê Kurdistanê dike. Butçeya hukûmetê bi neheqî tê parvekirin û pareke biçûk ji Rojhilatê Kurdistanê re tê dayîn. di mijara pêşvebirinê de cihêkarî tê kirin û daristanên li ser sînor jî, ji bo Kurd koç bikin tên şewitandin. Bi van polîtîkayan re hewl tê dayîn Kurdan bi rejîmê ve girê bidin.
Ji sedî 40 ê nifûsa Îranê di bin sînorê birçîbûnê de dijî, ji sedî 25'ê wê jî bêkar e. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê hîn bêtir xwe dide der. Bi taybetî yên li ser sînor dijîn, ji bo debara malbatên xwe bikin, jiyana xwe dixin tehlûkeyê û bazirganiya sînor dikin. Li cihê werin dîtin jî, bê pirs û sewal ji aliyê leşkerên Îranê ve tên kuştin.
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurd, di sala 2012'an de rejîma Îranê herî kêm 37 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê kuşt, ev bûyerên kuştinê jî herî zêde li Serdeşt, Ûrmiye, Mako, Mahabad, Merîwan, Xoy Oşnaviye û Kamyaran rû dan.