'Leşkerên bi Pere' têk çû
'Leşkerên bi Pere' têk çû
'Leşkerên bi Pere' têk çû
Yek ji pêkanînên artêşa Tirk ê ji bo têkoşîna li dijî gerîla serî lê dide, pergala "Leşkerên bi Pere" ye. Lê belê ev yek hîn ji destpêkê ve têk çû. Li gorî daneyên Fermandariya Giştî, ji bo kadroya "Leşkerên xwedî peyman" 62 hezar û 585 cih hat veqetandin, lê belê bi tenê 1305 kes li vir wezîfeyê dikin.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, hejmara leşkerên bi pere yên di çarçoveya "Rêveberî û Qanûna Leşkerên bi Peyman a bi hejmara 6191" ku di 22'ê Adara sala 2011'an de ket meriyetê, eşkere kir.
Li gorî vê yekê, ji kadrotiya leşkerên bi pere re 62 hezar û 585 cih hatin veqetandin û bi tenê 1305 kes li vir wezîfeyê dikin. 623 kes jî di nava kadroyên perwerdeyê de cih digirin. Kadroyên mayî jî, vala ne.
Leşkerên bi pere yên ji bo têkoşîna li dijî gerîla li yekîneyên komando yên li ser sînor tên bicihkirin, beriya dest bi kar bike du peymanan mor dikin. Di van peymanan de mehane û mafên wan ên malî yên leşkerên bi pere tên ravekirin. Her weha maddeyêk di van peymanan de heye ku tê de tê gotin, 'eger bimire wê bi tenê ji malbata wan re bê gotin."
Peymana yekemîn, kopyayeke wê ji leşkerên bi pere re tê dayîn, lê peymana duyemîn bi tenê li gel Fermandariya Hêzên Bejayî dimîne û ji wan re nayê dayîn.