Leşker vekişiyan Roboskî vegeriyan gund
Leşker vekişiyan Roboskî vegeriyan gund
Leşker vekişiyan Roboskî vegeriyan gund
Malbatên Roboskiyê yên li sînorê Başûrê Kurdistanê li ser kevirê sînor ê hêjmar 15 ji serê sibê heta niha çalakî li dar dixistin piştî leşker paşve hatin kişandin çalakiya xwe bi dawî kirin.
Malbatên Roboskî yên di 500'emîn roja Komkujiya Roboskiyê de li cihê komkujiyê rawestiyan piştî leşker paşve hatin kişandin vegeriyan gund. Malbatên xizmên xwe windakirin di 500'emîn roja komkujiyê de gul danîn ser kevirê sînorê hejmar 15 yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Malbatan ji ber tevgera leşkerî bertek nîşan dan û diyar kirin ku, heta leşker nevekişin qereqolên xwe ew jî qadê venagerin û dest bi sekinandinê kirin.
Dema malbatan li ser sînor sekinandina xwe berdewam dikirin, Fermandariya Gulyazi bi riya hinek gundiyan got, malbat sînor binpê dikin û piştî malbat kişandin qemereya dê destûra wan a vebigerin gund bidin. Malbatên bertek nîşanî vê yekê dan jî diyar kirin ku, ew venagerin gund û xwestin leşker vebikişin qereqolê.
Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê, endamên Meclîsa Giştî yên Bajar, Rêveberên BDP'ê ên ji destê heta niha piştgiriyê didin malbatan ketin navberê û bi leşkeran re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan li ser ne leşker ne jî çapemenî dîmenen nekişin li hev hatin çêbû û leşker paşve hatin kişandin. Piştî leşker hatin vekişandin hinek malbat bi traktoran û hinek malbat jî bimeşê vegeriyan gund.