Lêçûnên leşkerî di nava 5 mehan de zêde bûn
Lêçûnên leşkerî di nava 5 mehan de zêde bûn
Lêçûnên leşkerî di nava 5 mehan de zêde bûn
Di pêvajoya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, derket holê ku hukûmeta AKP'ê ji meha Çileyê û vir ve lez daye lêçûnên şer. Li gorî vê yekê, lêçûnên navbera Çile û Gulana 2013'an li gorî sala derbasbûyî ji sedî 20 zêde bûn û gihaşt 9 Milyar TL'yî.
Di pêvajoya çareseriya demokratîk de, tevî ku qonaxa duyemîn destpê kiriye jî xebatên çêkirina qereqolan, peydakirina cerdevanên nû, avakirina bendav û HES'an bi lez dewam dikin. Ji bo qereqolên nû, îhale ketin rojevê. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî bi gotina, "Emê çêkirina qereqolan dewam bikin" ev pêkanîn parast.
Li gorî daneyên fermî, hukûmeta AKP'ê hîn bêtir derfetan ji bo şer bikar tîne.
DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE LÊÇÛNÊN JI BO ŞER!
Ekonomîst Mûstafa Sonmez, lêçûnên 5 mehên dawî yên leşker û polîsan, di gotara xwe ya duh de eşkere kir.
Sonmez di gotara xwe ya bi sernavê "Gotin çareserî, lê butçeya dijwariyê zêde kirin" de cih da daneyên Muduriyeta Giştî ya Mûhasebatê ya ser bi Wezareta Maliyê. Li gorî van daneyan, di nava pênc mehên dawî de li 14 bajarên Kurdistanê (Dêrsim, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Amed, Agirî, Bêdlis, Mêrdîn, Meletî, Êlih, Mûş, Wan, Riha) lêçûnên leşkerî ji sedî 20 zêde bûye û gihaştiye 9 Milyar TL'yî.
LI GORÎ 5 MEHÊN DESTPÊKÊ YÊN SALA 2012'AN JI SEDÎ 5 ZÊDE BÛ
Li van bajaran, lêçûnên leşker û polîsan ên 5 mehên destpêkê yên sala 2012'an ji sedî 30.5 bû. Di pênc mehên destpêkê yên sala 2013'an de jî ev rêje ji sedî 5 zêde bû û gihaşt ji sedî 35.4'an.
Li gelemperiya Tirkiyê lêçûnên polîs-leşkeran ji sedî 13 ye. Lê belê ev rêje bi tenê li 14 bajarên Kurdan ji sedî 35.4 e.
Gava mirov yek bi yek li 14 bajaran rêjeya pênc mehên dawî dinêrin, tê dîtin ku "konsepta ewlekariyê" ya dewlet Tirk ne guheriye. Mînak, li gorî vê rêjeyê ji her 100 TL ê lêçûnên li Dêrsimê 71 TL diçe ji leşker û polîsan re.
Rêjeya lêçûnên polîs û leşkeran ên li 14 bajarên Kurdistanê weha ye:
DÊRSIM:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 237 milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 168,744 Milyon TL
COLEMÊRG:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 476 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 322,252 Milyon TL
ŞIRNEX:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 522 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 313,2 Milyon TL
SÊRT:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 360 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 147,6 Milyon TL
ÇEWLIK:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 313 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 1147,6 Milyon TL
AMED:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 1.631 Milyar TL
Lêçûnên leşker-polîs: 605,041 Milyon TL
AGIRÎ:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 393 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 135,978 Milyon TL
BÊDLIS:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 331 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 104,927 Milyon TL
MÊRDÎN:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 760 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 234,840 Milyon TL
ÊLIH:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 411 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 122,067 Milyon TL
MELETÎ:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 763 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 232,715 Milyon TL
MÛŞ:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 329 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 93,436 Milyon TL
WAN:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 1.098 Milyar TL
Lêçûnên leşker-polîs: 337,666 Milyon TL
RIHA:
Çile-Gulan 2013, lêçûnên giştî: 994 Milyon TL
Lêçûnên leşker-polîs: 292,836 Milyon TL