Le Maîre: Divê Fransa li dijî DAIŞ'ê de li Sûriyeyê werde

Yek ji navên girîng ên rastgiriya Fransayê û ji favoriyên hilbijartinên 2017'an Brûno Le Maîre, anî ziman ku ji bo welatê wî destwerdana leşkerî li Sûriyeyê bike ew ê bikeve nava hewldanan.

Yek ji navên girîng ên rastgiriya Fransayê û ji favoriyên hilbijartinên 2017'an Brûno Le Maîre, anî ziman ku ji bo welatê wî destwerdana leşkerî li Sûriyeyê bike ew ê bikeve nava hewldanan.

Parlamenterê Partiya Komarger a bi lîderiya serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy (les Républicains) Brûno Le Maîre, li dijî xeteriya DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê xwest Fransa destwerdana leşkerî bike.

Le Maîre xwest destwerdana Fransayê ya li Sûriyeyê bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin û îdîa kir ku eger destwerdana leşkerî nebe, dibe ku ew dereng bimînin.

Brûno Le Maîre ku wê plenaberên Xiristiyanên Sûriyeyî yên li kampên li Lubnanê dijîn ziyaret bike, anî ziman ku divê Fransa li nava Neteweyên Yekbûyî bikeve nava hewldanan û pêşnûmeya destwerdanê derxîne. Parlamenterê Fransayê diyar kir ku bi biryara Neteweyên Yekbûyî re şert e 'li dijî DAIŞ'ê hêza qanûnî were bikaranîn'.

Le Maîre her wiha xwest welatê wî ji konferanseke navneteweyî re pêşengiyê bike û konferanseke bi beşdariya hemû welatên Rojhilata Navîn, li bajarê Swîsre Cenevreyê bê lidarxistin.

Fransa, di nava koalîsyona navneteweyî de li dijî DAIŞ'ê di bombebaranê de cih digire. Lê belê dest li Sûriyeyê wernade.

Brûno Le Maîre ku dixwaze welatê wî ji aliyê leşkerî ve destwerdanê bike, tevî Nîcolas Sarkozy di hilbijartinên serokkomariyê yên 2017'an de yek ji namzetên xurt ên eniya rast e.