Kujerê Apê Musa li pêşberî dozgere

Kujerê Apê Musa li pêşberî dozgere

Kujerê zanyarê Kurd Apê Musa cerdevan Hamît Yildirim diyar kir ku ew Qereqola Botaşê ya demekî navê wê di kuştinên nediyar re derbas dibû nizane. Malbata Anter û parêzerên ku pirs ji kujer Yildirim dipirsîn jî rewşa wî ya bi hêrs bal dikişand, her wiha axaftinên parêzeran ji hêla serokê dadgehê ve dem dem hat qutkirin.
3. Runiştina doza qetilkirina zanyarê Kurd Musa Anter yê di sala 1992'yan de hat qetilkirin, li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de destpê kir. Di rûniştinê de bersûc Hamît Yildirim yê par li Kumçatiya Şirnexê hat girtin û albayê teqewîtbûyî Savaş Gevrekçî amade bûn. Di rûniştinê de wekî 'beşdarvan' kurê Apê Musa Dîcle Anter jî amede bû. Rûniştin bi parastina parêzerên bersûc dest pê kir. Parêzeran di parastina xwe de îdiakirin ku sûcdariyên der barê Yildirim û Gevrekçî de ne rast in. Piştra parêzerên daneşînê pirs ji bersûc Yildirim pirsîn. Di bersivên bersûc Yildirim de kelecanek û hêrsbûnek hebû û carna bi dengê bilind axaftin jî bal dikişand.
Destpêkê parêzer Selîm Okçuoglu pirsa "Tu Mustafa Bakici nas dikî" ji bersûc Yildirim pirsî. Bersiva Yildirim ya, "Min carekî dîtiye. Min ew di xarineke ji hêla leşkeriyê ve hatibû dayîn de dît û me li wir merhebatî da hev" bal kişand. Dîsa di pirsa ji hêla Okçuoglu ya "Osman Demir kiye?" de Yildirim ev bersiv da: "Reyîsê eşîreta meye. Her dem kesên paya bilind tên gel wî."
BOTAŞÊ NAS NAKE !
Dîsa di pirsa parêzeran ya der barê Qereqola Botaşê de ji Yildirim hat pirsîn, Yildirim her gav îdia kir ku ew xeta lûleyê ya Botaşê nas nake. Di pirsên parêzeran yên ku di çarçoveya dozê de ji hêla 'şahidê nepen' ku xwe dispêrin beyanên kesê bi navê 'Ahmet' jî, Yildirim ev bersiv da: "Ez beyanên şahidê nepen qebûl nakim. Ev derew in. Bila bê li vir îfadeyê bide." Dema parêzeran ji Yildirim pirs dipirsîn, hat dîtin ku bersûc albayê teqewîtbûyî Savaş Gevrekçî ji salona dadgehê hat derxistin û ew birin nexweşxaneyê.
Piştî parastinan, parêzer Tahîr Elçî xwest parêzerên stajer bikevin salonê. Lê ev daxwaz ji hêla serokê dadgehê ve hat redkirin. Serokê dadgehê ev tişt got: "Ev daxwaz ewlehiya min dixe binê talukeyê. Li vir otorîte ezim." Di dema Elçi pirs ji Yildirim dikirin, Dozgerê Komarê di guhê serokê dadgehê de tiştek got û ev rastî nerazîbûna Elçî hat. Ji ber bertekên Elçî, dozger ev bersiv da: "Tişta min got serok fêm kir. Ne girîng e hûn fêm bikin." Her wiha serokê dadgehê jî ev tişt ji Elçî re got: "Hûn îro gelekî bi hêrs in. Hinekî hêsan bin." Piştî axaftinan Dîcle Anter mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Qereqola Botaşê ez bixwe jî dizanim. Yekî ku li wir cerdevanî kiribe çawa nizane ez fêm nakim. Ev qereqola ku ji bo her kesî dibû sedema tirsê, nenaskirina wê balkêş e."
Piştre heyeta dadgehê navbera nîvro da rûniştinê. Dê piştî nîvro doz bi daxwazên parêzeran berdewam bike.