'Kujer û ciwanê hatî kuştin jî ji Rojavane'
'Kujer û ciwanê hatî kuştin jî ji Rojavane'
'Kujer û ciwanê hatî kuştin jî ji Rojavane'
Di daxuyaniya derbarê kuştina ciwanekî hatî dayîn de hate diyarkirin ku, çend roj berê cenazeyê ciwanekî li ber avahiya Civata Bajarê Dihokê hatibû dîtin û piştî lêgerînan kujerê bûyerê hate girtin.
Rêveberê Pêşîgirtina Gunehbariyê yê bajarê Dihokê Îsmet Mihemed Fereç derbarê bûyera dîtina cenazeyê ciwanekê li ber avahiya Civata Bajarê Dihokê hatibû dîtin de daxuyanî da. Fereç diyar kir ku, kujerê ciwanê li Dihokê hatî kuştin, ji aliyê hêzên asayişê ve hate girtin. Fereç anî ziman ku, kesê hatî kuştin û kujer jî her du ji Rojavayê Kurdistanê ne. Fereç da zanîn ku, temenê kesê kujer 20 saliye û di encama lêkolînan de hate zanîn ku temê ciwanê jiyana xwe ji dest daye 18 sale.