Krîza Euro 100 mîlyar bi Elmanyayê da qezenckirin
Tê diyarkirin ku krîza aborî ya di van 5 salên dawiyê ya di serî de li Yewnanistanê, herî zêde feyde li Elmanyayê kiriye.
Tê diyarkirin ku krîza aborî ya di van 5 salên dawiyê ya di serî de li Yewnanistanê, herî zêde feyde li Elmanyayê kiriye.
Tê diyarkirin ku krîza aboriya di van 5 salên dawiyê ya di serî de li Yewnanistanê, herî zêde feyde li Elmanyayê kiriye.
Li gorî lêkolînên Enstituya Lêkolînên Aborî yên Halleyê (IWH)’ê, krîza ji 2010’an ve li Yewnanistanê heye bû sedem ku dewleta Elman di firotina senetên dewletê de bi faîzên kêm 100 mîlyar Euro qezenc bike.
Ev rewşa krîza Aborî ya li welatên Euro tê dîtin lê bandorên xwe yên herî zêde jî li Yewnanistanê kir bû sedem ku Elmanya ji lêçûna ne safî ya milî ji sedî 3 teseruf bike. Ji ber krîzên li welatên Euro sermayedaran berê xwe dane welatên wek Elmanya yên ‘bi ewle’. Elmanya di vê mijarê de bala sermayedaran kişand ser xwe û bi ser ket.