Kongreya Meclisa Ciwanan ya BDP’ê destpê kir
Kongreya Meclisa Ciwanan ya BDP’ê destpê kir
Kongreya Meclisa Ciwanan ya BDP’ê destpê kir
Meclisa Ciwanan ya BDP’ê ji bo 1’mîn Kongreya xwe bi hezaran ciwan bislogana “Me biciwanî destpêkir dê bi ciwan serbikevîn” li Amedê hatin gel hev.
Ji bo kongreya li Salona Sporê ya Seyrantepeyê, ciwanên ji bajarên cûda rêketîn di demjimêrên sibehê de gihan Amedê. Cihê ku kongre lê pêktê qerebalixa polîsan balkişand. Di ketina salona kongreyê de îzdiham çêbû.
Li salona ku pankartên “Bi coşa ruhê vejînê ji komcivîna Amedê re hezar silav”, “Di ser de jî di aştiyê de jî li gel te ne Ey Serok”, “ Jinên ciwan ên bi heqîqeta şoreşê azadbûyî hêza jiyana azad in”, “Bimire koletî û desthilatdarî, bijî têkoşîna sosyalîzma demokratîk” hatîn daliqandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Elî Çîçek, Mahsûm Korkmaz (Egîd) Zeynep Kinaci (Zîlan) û Şerzan Kurt, Şahîn Oner ên ji aliyê dewletê ve hatîn qetilkirin û 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatîn qetilkirin li salonê ve hatin hilawistin. Dîsan jî posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên BDP’ê hilawistin.
Ciwanên ji Mûglayê hatin, bi wêneyê Şerzan Kurt ên ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin ketin salonê û bi ketina salonê re sloganên “Şehîd namirin” bilind bûn.
Ji bilî ciwanên bajarên Bakûrê Kurdistanê, ji metrepolên Tirkiyeyê, ciwanên PYD, Ciwanên Milîtan ên Bask Abertzale, Tevgera Arjantîn ya Guevara parêz, Ciwanên Partiya Sor ya Norweçê, Federasyona ciwanên Ermenî, Ciwanên Pêşverû ên Lubnanê, Rêxistina ciwanên Partiya Tirk ya Komarparêz, Paritya Goran, YNK, PÇDK, Komelay Gencani Welatprazî Kurdistan, Rêxistinên Ciwanan ên Serbixwe ên Başûrê Kurdistanê, Yekgirtiyên HDP, Partiya Ji Nû Ve Rizgariya Sosyalîst, Partiya Demokratîk ya Sosyalîst, Hêvî LGBTT, Komeleya Ciwanên Sosyalîst, Ciwanên EMEP, Rastiya Tirkiyeyê (Kovara Soz), Ciwanên HDK, Yeketiya Ciwanên Sosyalîst û gelek nûnerên rêxistinÊn ciwanan, parlementerên BDP’ê, endamên MP û MYK beşdar bûn.
Kongre ji aliyê Mednûçe û Stêrk TV ve zindî tê weşandin.