Kongireya Meclisa Ciwanên BDP’ê bi dawî hat

Kongireya Meclisa Ciwanên BDP’ê bi dawî hat

1. Kongireya Awarte a Meclisa Ciwanên BDP’ê piştî hilbijartina endamên meclisa giştî bi dawî hat.

1. Kongreya Awarte a Meclisa Ciwanên BDP’ê ku di saetên siharê de bi şahiyekî mezin destpê kir û di axaftinên ku di kongirê de dihatine kirin bal her dihate kişana ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bû. Di kongirê de piştî peyam û axaftinên beşdarvanan hûnermend Seyda Perinçek û Navenda Çanda Dicle Firat Koma Erbanê a Zarokan derketin ser dîkê. Ciwanên ku ji rêyên dûr hatîn kongirê ku tevayê rojê berdewam kir li rexmê vê yekê jî ciwanan li gel stranên ku hûnermendan gotin li çar aliyên salonê bi girtina govendan dîmenên renga reng çêkirin.

Piştî hûnermendan Berdevka Meclisa Jinên BDP’ê Pelin Yilmaz li ser navê DOKH’ê daxuyaniyek da.

Piştî hûnermendan şûnde Berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz li ser navê DOKH’ê daxuyaniyek da. Piştî daxuyaniya Yilmaz şûnde rapora xebat û aboriyê hat xwendin û di dengdanê re derbaz bû. Piştî ku raporên bi dengên zêde hatin hilbijartin şûnde, rêveberiya ciwanan ya ku di dengdanê re derbaz bû hate pejirandin. Di kongirê de herî dawî hilbijartina 22 endamên meclisa giştî hate kirin. hilbijartina ku bi lîsteyekê tenê hatin kirin şûnde navê 22 kesên ku ji bo endamtiya meclisê hatin pejirandin hatin xwendin.

Kongire piştî xwendina hemû madeyên rojevê şûnde bi dawî bû. Ciwanên ku ji bajarên cuda hatîn bi sedan wesayitên pê hatîn cardin şûnde ketin rê. Piştî belavbûna kongrê şûnde li derdora salonê rêya hatin çûnê qerebalix çêbû. Polîsên ku piştî kongre xilas bû hatin hindirê salonê û dîmenên ciwanên ku govend girtibûn kişandin bal kişand.