Konferansa Kurd a PE: Pêwîst bi çavekî sêyemîn heye
Konferansa Kurd a PE: Pêwîst bi çavekî sêyemîn heye
Konferansa Kurd a PE: Pêwîst bi çavekî sêyemîn heye
Di roja duyemîn û dawî ya 10. Konferansa Navneteweyî ya Kurd de, ku li Parlamenta Ewropa tê lidarxistin, pêvajoya aştiyê ya bi însiyatîfa Îmraliyê, rola civaka navneteweyî û projeya Kurd a demokratîk tê axivîn. Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu di destpêka rûniştinê de axivî û diyar kir ku di rewşa heyî de bêyî alîkariya civaka navneteweyî pêvajoya aştiyê nameşe û got, "Pêwistî bi çavekî sêyemîn heye."
Di rûniştina îro de hewldanên avakirina aştiyê, pêvajoya aştiyê ya li Îmraliyê û rola civaka navneteweyî û Yekitiya Ewropayê ya ji bo teşwîkkirina Tirkiyê bo demokrasî û edaletê, hatin nirxandin.
Di rûniştina destpêkê de Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Ewropayê Yonnec Polet, ji koma Keskan parlamenterê Ewropayê Mark Demesmaeker, ji Koma Krîzê ya Navneteweyî Hûgh Pope, ji Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Zanîngeha Colûmbîa ya DYA mudurê bernameya maf û avakirina aştiyê Prof. Davîd L. Phîllîps, ji Enstîtuya Karên Ewlekariyê û Navneteweyî ya Almanya Gunter Seûfert û rojnamevan Gunay Aslan weke axaftvan cih girtin.
Di rûniştina destpêkê ya bi moderatoriya endamê Kompa Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) Soren Bo Sondergaard ê Danîmarkî de Ertûgrûl Kurkçu destpêkê axivî.
KURKÇU: REWŞEKE NÛ DERKET HOLÊ
Kurkçu dema behsa partiya xwe HDP'ê kir got, "Bi partiya Aştî û Demokrasiyê re têkiliyeke me ya sîmbiyotîk heye. Bi BDP'ê re ji bo avakirina sîstemeke nû ya xwe dispêre mafên takekes û kolektîf, emê bi hev re têbikoşin.
Kurkçu bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got, "Mijara ku em îro li Tirkiyê pê re rû bi rû ne, meseleyeke hundirîn e. Civaka navneteweyî ancax dikare roleke berhevkar bileyze."
Kurkçu got, "Du aliyên pevçûna li Tirkiyê hene. Ya yekemîn; mafên tevahiya welatiyan ên hatine înkarkirin, ya duyemîn di serî de Kurd mafên tevahiya gelan ên hatine înkarkirin."
Kurkçu ragihand ku armanca wan Komareke Demokratîk û rêveberiya cewherî ya demokratîk a di bin vî sîwanî de ye û got, "Em dibêjin, têkoşîna me yekser têkoşîna ji bo azadî û mafên demokratîk e."
Kurkçu behsa zerara pevçûnan daye aboriya Tirkiyê kir û destnîşan kir ku ev yek hejmareke gelekî zêdeyî hatineya milî dike. Kurkçu anî ziman ku baweriya 'rewşeke bêpevçûn dê bêtir kêrhatî be' serdest bûye û diyar kir ku bi pêvajoya nû ya bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir, atmosfereke nû afirandiye.
Kurkçu got, "Divê em bibînin ku ji niha û pê ve bêyî alîkariya erênî ya civata navneteweyî, ev pêvajo nameşe. Pêwistî bi çavekî sêyemîn heye."
Hevserokê HDP'ê got, "Der heqê qewimînên li Kurdistanê de eger civata navneteweyî bikeve nava pozîsyoneke azadîparêz, dê bandoreke girîng li çareseriya pirsgirêka li Tirkiyê bike."
PÊWÎSTE DER HEQÊ EL QAÎDE DE TIRKIYE WERE HIŞYARKIRIN
Kurkçu DYA hişyar kir û da zanîn ku divê dest ji pêşniyar û desteka xwe yên ji bo Tirkiyê ji bo qetilkirina lîderên PKK'ê berde. Kurkçu bal kişand ser komkujiya li Parîsê û ji civaka navneteweyî xwest ku sînoran deyne pêşiya xebatên servîsên xwe yên îstîxbaratî.
Kurkçu her wiha ji civaka navneteweyî xwest, ku ji ber gefa leşkerî li Rojava dixwe û destekê dide komên El Qaîdeyê, Tirkiyê bi hêzeke mezin hişyar bike.
Kurkçu got, "Mafê me ye ku em li bendê bin civaka navneteweyî destekê bidin avakirina Sûriyeyeke demokratîk û xweseriya gelan" û der barê hevdîtinên li Îmraliyê de got, "Ji bo veguhere rewşeke muzakereyê ya rastîn, pêwîste ezmûnên serketî bi rêkûpêk li pêşiya Tirkiyê were danîn."
Kurkçu ragihand ku divê hikûmeta Komara Tirkiyê parlamenta xwe têxe navberê û ji bo serketina pêvajoyê hemû beşên civakê bike hevparên aştiyê. Kurkçu got, "Yek ji wezîfeya sereke ya civata navneteweyî ye ku destekê bide alîgirên aştiyê."
POLET: PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ FIRSENDEKE GIRÎNG E
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Ewropayê Yonnec Polet di mijara rola civaka navneteweyî ya di pêvajoya aştiyê de got, "Em vê demê weke firsendeke dîrokî dibînin. Pêvajoya aştiyê ya Îmraliyê hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo PKK'ê firsendeke girîng e."
Polet bal kişand ser hin mafên hikûmeta Tirk der heqê Kurdan de qebûl kiriye û got, "Em dibêjin ev destpêkeke, em dibêjin têrê nake, em dibêjin divê hîn bi pêş bikeve."
Polet ragihand ku divê welatên Yekitiya Ewropayê endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê teşwîk bikin û diyar kir ku Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li dijî vê radiwestin.
Polet bal kişand ser rewşa li Sûriyê û got, "Krîza Sûriyê bi encamên dramatîk dewam dike. Hikûmeta Tirk bi hesabê ku Esad wê bi lez têk biçe, ketibû nava lîstikê. Dûre nêrînên xwe yên di vê derbarê de guherandin."
Polet da zanîn ku divê ew giraniyê bidin Tirkiyê û got, "Çareserkirina vê pirsgirêkê dê bi kêrî Tirkiyê were. Ji bo Kurdan girîng e. Lê belê ev karekî Tirkiyê ye."
Polet destnîşankirin ku bêçekbûyîna PKK'ê û naskirina mafên Kurdan pêvajoyên ji hev cuda ne û got, "Ev pêvajoyeke gelekî girîng û kûr e."
Polet di dewama axatina xwe de got, "Pêwistî bi pakêteke xurt a demokratîkbûyînê heye. Di mijara zimanê dayikê de divê hemû maf werin dayîn. Pêwîste TMK bê guhertin. Benda hilbijartinê bê daxistin."
Polet anî ziman ku divê Yekitiya Ewropa bibe hevparê vê pêvajoyê û diyar kir ku weke sosyal demokratên Yekitiya Ewropayê ew destekê didin pêvajoya aştiyê. Polet got, "Em di wê baweriyê de ne ku dê çareseriyek pêk were. Gelek rîskên ku karibin vê pêvajoyê ji rê derxîne, hene. Pêvajoya Îmraliyê girîng e. Divê reforma destûra bingehîn bê kirin."
KOMA KRÎZÊ: EM HEWL DIDIN VALAHÎ Û KÊMASIYA AGAHIYAN DAGIRIN
Hûgh Pope ku 20 sal in di Koma Krîzê ya Navneteweyî de dixebite, raporên xwe yên der barê pêvajoya aştiyê ya bi însiyatîfa Îmraliyê û Tirkiyê de vegot.
Pope got, "Em weke kom hewl didin valahiya agahiyan a di vê mijarê de dagirin. Em hewl didin hem kêmasiya agahiyan a aliyan hem jî ya hêzên li ser aliyan bi bandor in, dagirin. Em ji her kesî agahiyan distînin. Em hewl didin alîkariyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd. Hewl didin dan û standina agahiyan hêsan bikin."
Pope anî ziman ku 2 sal in çar rapor weşandine û behsa bang û pêşniyarên xwe yên ji bo aliyan kir. Hope ragihand ku xebatên wan ên der barê Amedê de hene û diyar kir ku di sektora pişesaziyê de kêmasiya fînansmanê heye û bal kişand ser pirsgirêkên di warê malî de. Pope pirsa, "Çima termînaleke navneteweyî nîne?" pirsî.
Pope got, "Li Amedê astmosfereke nû ava bû. Başûrrojhilatê salên 90'î êdî nîne. Ev rewşeke erênî û hatiye qezençkirin e."