Konferansa hiqûqnasên Efrînê bidawî bû
Konferansa hiqûqnasên Efrînê bidawî bû
Konferansa hiqûqnasên Efrînê bidawî bû
Yekemîn konferansa hiqûqnasên herêma Efrînê ku duh destpê kiribû, bi hilbijartina komîteyê bidawî bû.
Konferansa hiqûqnasên herêma Efrînê ku di çarçoveya amadekariyên kongreya giştî ya Rojavayê Kurdistanê de duh destpê kiribû, bidawî bû. Di konferansê de piştî nîqaş û guftûgoyên hatin meşandin, komîteya herêmî ya hiqûqnasan ku ji 7 kesan pêk tê hate hilbijartin. Di konferansê de her wiha rêziknameya hiqûqnasên herêmê ku ji 18 xalan pêk tê hate qebûlkirin.
Di çarçoveya amadekariyên kongreya giştî de, beriya niha jî li bajarê Qamişlo konferansa herêma Cizîrê hatibû lidarxistin. Di rojên pêş de jî wê li herêma Kobanê konferansek bê lidarxistin. Piştî konferansan jî wê kongreya giştî ya hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.