Komkujiya Licê li Baselê hat şermezarkirin
Komkujiya Licê li Baselê hat şermezarkirin
Komkujiya Licê li Baselê hat şermezarkirin
Li navçeya Amed Licê, kuştina ciwanekî Kurd û birîndarkirina 10 Kurdan a ji aliyê leşkerên Tirk ve, li Baselê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.
Li navçeya Amed Licê, gulereşandina leşkerên Tirk a li ser girseya gel a çêkirina qereqolê şermezar dikir, ku di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn, li bajarê Swîsre Baselê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.
Mîtînga ku bi piştgiriya ÎGÎF û Partîzanê pêk hat bi sedan kes beşdar bûn û li qaa Claraplatz hat lidarxistin. Di mîtîng de alên PKK, KCK'ê û wêneyên Ocalan hatin hildan û tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Kujer dewlet wê hesabê bide" hatin qêrin.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Gel a Baselê Bûrhan Yildirim peyivî û diyar kir ku bûyera li Licê qewimî ji ber helwesta hukûmetê rû daye û xwest, kujer tavilê werin zelalkirin. Yildirim da xuyakirin ku hukûmeta AKP'ê vekişîna gerîla ya di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk de ji xwe re weke firsendekî bikar tîne û qereqolan bi lez û bez çê dike. Yildirim got, divê êdî herkes baş bibîne ku PKK'ê çima bi salan li wan çiyan şer dikir. Yildirim diyar kir ku divê dewlet nekeve dû komkujiyên nû û di pêvajoya çareseriyê de ji dil tevbigere. Yildirim destnîşan kir ku eger AKP şensê dawî yê aştiyê bikar nîne, êdî kes wê nikaribe derkeve pêşiya Kurdan.
Mîtîng piştî axaftinan, bi dirûşman bi dawî bû.