Komîsyona Şopandinê: Tevgera leşkerî dê vekişînê asteng bike
Komîsyona Şopandinê: Tevgera leşkerî dê vekişînê asteng bike
Komîsyona Şopandinê: Tevgera leşkerî dê vekişînê asteng bike
Piştî KCK'ê di çarçoveya "Pevajoya Çareseriyê" de biryara vekişînê da, Komîsyona Şopandinê ku li Şemzînanê hat avakirin, gihiştin nokteyên şopandinê. Endamê Komîsyona Şopandinê Cabbar Taş daxuyanî da û diyar kir ku, tevgera leşkerî ya li herêmê dê vekişîna gêrîlayên HPG'ê asteng bike. Rojnamegerên navneteweyî ku hatibûn herêmê jî ji aliyê leşkeran ve hatin hişyarkirin.
Piştî ku HPG'ê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK'ê biryar da ku di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê de" di 8'ê Gulanê de dest bi vekişîna dervê sînor bike, li Şemzînanê Komîsyona Şopandinê hat avakirin. Komîsyona Şopandinê ku ji nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk tê, çûn nokteyên şopandinê û çavdêriyên xwe anîn ziman.
Endamên komîsyonê diyar kirin ku, geşedanên li ser sînor fikarên wan zêde dikin û li gir û çiyayên bilind ên stratejîk leşker bi cih bû war bûne. Endamên heyetê anîn ziman ku, rojnamegerên ji bo şopandinê çûn herêmê jî ji aliyê leşkeran ve bi seetan hatin rawestandin û rastî astengiyên leşkeriyê hatin. Nûçegihanên Reuters û gelek rojnameger ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û leşkeran xwestin dekevin dervey qada gund. Leşkeran ji nûçegihanê Reutersê xwestin ku qadê terk bikin, lê nûçegihanê Reutersê diyar kir ku ew dê qadê terk nekin. Piştî bertek nîşanî leşkeran dan, leşkeran destûr da nûçegihan.
Endamên "Komîsyona Şopandinê" ku ji endam û rêveberên BDP û nûnerên saziyên sivîl pêk dihat ji aliyê Qereqola Leşkerî ya Yeşîlova ve hat rawestandin. Endamên komîsyonê dan zanîn ku, leşkeran gef li wan xwarine û diyar kirin ku, ger ji gund dernekevin dê mudaxaleyî wan bikin. Serokê BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş anî ziman ku, wan diyar kiriye ku ji bo vekişînê bişopînin û di vekişînê de bûyer dernekevin hatine herêmê û li ser vê yekê 6 kom ava kirine. Taş da zanîn ku, li gorî çavdêriyên wan nokteyên kontrolê hatine avakirin û wiha got: "Li herêmê qereqol hatine avakirin. Cihê bilind ên stratejîk ji aliyê leşkeran ve hatine girtin. Ji ber ku gelek cih ji aliyê leşkeriyê ve hatine dagirtin vekişîn dê bê astengkirin. Di nava van şert û mercan de endamên HPG'ê nikarin vekişin. Ji ber ku liv û tevgera leşkerî di asta awarte de bû. Li herêmê tevgera leşkerî dê vekinîşê asteng bike. Li herêmê hêjmara welatiyên gundan 5 hezar e, lê li herêmê 10 hezar leşker heye. Ji bo vekişîn bi tenduristi pêk bê divê leşker vekişin qişlayên xwe."
Endamên komê da zanîn ku, di rojê de rastî komên HPG'ê nehatine.