Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê li Cizîrê ye

Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê li Cizîrê ye

Endamên "Komîsyona Çareseriyê" ya di bin banê Meclîsê de hat avakirin ji bo hin hevdîtinan hatin navçeya Cizîre ya Şirnexê. Serokê Komîsyonê Parlamenterê Amasya Nacî Bostanci yê bi nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinek çêkir diyar kir li tevayî Tirkiyeyê kêfxweşiya hevpar ev e ku mirov jiyana xwe ji dest nadin. Endamê komîsyonê Parlamenterê Şirnexê Husamettîn Zenderlîoglu jî diyar kir ku divê li hemberî çalakiyên demokratîk mudaxele neyên kirin. 

Heyeta Komîsyona Lêgerîna Rêyên Aştiya Civakî û Nirxandina Rêyên Çareseriyê ya Meclîsê li navçeya Cizîr a Şirnexê hevdîtin pêk anîn. Di heyeta ku Serokatiya Komîsyonê Parlamenterê Amasya yê AKP'ê Nacî Bostanci dikir, Parlamenterê Êlihê yê AKP'ê Zîver Ozdemîr, Parlamenterê Semsûrê yê AKP'ê Mehmet Metîner, Parlamenterê Amedê yê AKP'ê Mehmet Suleyman Hamzaogulları, Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu û Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Fatîh Çîftçî cih girtin. Heyeta ku hat navçeyê bi 21 nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî re li Mala Mamosteyan ji çapemeniyê re girtî 5 saetan civînek li dar xistin. Piştî civînê heyetê daxuyaniyeke çapemeniyê da. 

Li ser navê heyetê Serokê Komîsyonê Parlamenterê AKP'ê yê Amasya Nacî Bostanci diyar kir li tevayî Tirkiyeyê kêfxweşiya hevpar ev e ku mirov jiyana xwe ji dest nadin û axaftina xwe wiha domand. "Tirkiye nêzî salekê ye pêvajoyeke çareseriyê didome. Daxwaz çi ne, helbet wê bên ziman." Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlioglu jî diyar kir ku wê Şirnex, Colemêrg û Wanê ziyaret bikin ku êşên herî mezin jiyane. Zenderlîoglu axaftina xwe wiha domand, "Ji bo komîsyon baş bixebite me bi gel re hevdîtin çêkirin. Di hevdîtînan me bersivên erênî û neyênî wergirtin. Baş bû em hatin." Zenderlîoglu her wiha got ku divê li hemberî çalakiyên demokratîk mudaxele neyên kirin. 

Wê endamên komîsyonê îro li Şirnexê jî lêkolînan bikin.