Komên çeteyan gelek jin û zarok revandin
Komên çeteyan gelek jin û zarok revandin
Komên çeteyan gelek jin û zarok revandin
Komên çete yên DAIŞ'ê ku ji duh ve êrîşî kurdên Minbicê dikin û rêyên di navbera Kobanê û Cerablusê girtin, jin û zarok jî di nav de bi dehan kurdên sivîl revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê û hin çeteyên herêmî ku piştgiriya wan dikin ji duh ve êrîşî malên kurdan dikin. Hate gotin ku çeteyan malên kurdan talan kirin û jin û zarok jî di nav de gelek kurd revandin. Çeteyan rêya di navbera Kobanê û Cerablusê de jî girtine û rêwiyên kurd direvînin. Hate ragihandin ku komên çete bi dehan kurdên sivîl ji Minbicê revandine û ew birine cihekî ne diyar. Hate gotin ku di nava kesên hatine revandin de jin û zarok jî hene.
Ji kurdên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin 20 nav diyar bûn. Navên ku hatin zanîn ev in: "Zarokê 7 salî Azad Hisên, Fatma Îsmaîl û herdû keçên wê Jiyan û Eyşan Ehmed, Egîd, Beşar û Mehmûd Beşar Xişo yên ji heman malbatê, Luqman û Ebdilrezaq Remezan Xişo yên ji heman malbatê, Newroz Subhî Şêxo, Xelîl Ismaîl, Şukrî û Îbrehîm Reşo, Bekrî û Ziyad Reşo yên ji heman malbatê, Yasir Mistefa Silo, Cumaa Betran, Nûrî Elî Betran û Ebdo Bozan." Çavkaniyan destnîşan kirin ku bi dehan kurdên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û navên wan ne hatine zanîn hene.
Li aliyê din hate gotin ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî dibistana Xesaniyê ku li taxa kurdan e kirine û 5 zarokên di asta seretayî de revandine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku her 5 şagirt keç in.
Hate ragihandin ku Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî gundê Bale ya 7 km rojavayê Munbicê dikeve û bi dehan gundiyên kurd revandine û malên wan talan kirine.
Komên çete yên DAIŞ'ê rêya di navbera Cerablusê û Kobanê girtine û rê nade welatiyan ku di van rêyan de biçin û bên. Hate gotin ku çeteyan gelek kurd li ser van rêyan revandine û birine cihekî ne diyar. Hate ragihandin ku komên çete li ser vê rêyê 3 kurdên ji Cezair vedigeriyan Kobanê, her wiha 5 kurdên ku ji Bakurê Kurdistanê vedigeriyan malên xwe revandine. Ji kesên ku ji Cezairê vedigeriyan û hatin revandin Mihemed Nebo yê ji gundê Xane ye.