Komên çekdar topek hewanê avêtin Serêkaniya Bakûr
Komên çekdar topek hewanê avêtin Serêkaniya Bakûr
Komên çekdar topek hewanê avêtin Serêkaniya Bakûr
Ji Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê Tabûra Gurebai El-Şam a girêdayî Artêşa Azad, bi armanca ku artêşaTirk têxa nava şer de, topek hewanê avêtin Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê.
Piştî ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li Gundê Til Xelaf kirin û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin û 2 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe jidest dan. piştî êrîşê pevçûn fireh bûn û gihiştin bajêr.
Pevçûn li başûrê Taxa Mehetê ku Çekdarên Gurebai El-Şam a girêdayî Cebhet El-Nesra ya nîzî rêxistina El-Qîda bi dijwarî rû dan. Çekdarên Gurebai El-Şam ku tevî gelek tabûrên nikarîbûn li ber berxwedana şervanê YPG᾿ê bisekinin, topek hawanê ji qada şer avêtin Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê, ji bo ku bide diyar kirin ku şervanê YPG᾿ê top avêtine.
Çekdarên Gurebai El-Şam bi vê kiryarê dixwaze artêşa Tirkiyê jî têxa nava şer de.