Komên çekdar gundê Til Hedara dorpêç kirine

Komên çekdar gundê Til Hedara dorpêç kirine

Komên çekdar ên Artêşa Azad ev 2 rojin gundê Til Hedara yê Serêkaniyê dorpêçkirine û êrîşî gundiya dikin.

Komên Çekdar ên bi navê Ehfad Eresûl, Elah û Ekber û Gurebai Elşam, Cehhet El-Nusra û Emîn El Muslimîn ên Artêşa Azad ev 2 rojin gundê Til Hedara yê başûrê Til Xelaf ê Serêkaniyê ku hemû şêniyên wê erebin dorpêç kirine. Her wiha carcaran bi behaneya gundî alîgirên rejimê ne bi çekên giran êrîşî gund dikin.

Welatiyekî ji hundirê gund ne xwest navê xwe eşkera bike ji ANHA᾿yê re diyar kir ku, tabûrên Artêşa Azad ev 15 rojin gefan li gundiyên ku depoyên genim û avahiyên gundê xwe diparêzin dixwin, wan bi alîgiriya rejimê tawanbar dikin. Gundiyê Til Hedara destnîşan kir ku, ji beriya 2 rojan ve ev komên çekdar embargo li ser gund ferz kirine û bi çekên giran êrîşê dikin û dixwazin depoyên gund û avahiyên giştî yên gund bidizin. Heman welatî tekîd kir ku komên çekdar nêzî 100 welatî ji şêniyên gundê Til Hedara revandine û da zanîn navê ji çend kesên hatine revandin hatine hînbûn Îbrahîm El Ebdela, Abid El Henan El Zahir, Tanî El Ebûd, Mihemed El Hemed, Ebdulkerîm Semran, Hemûd Semran û meleyê gund Mele Silêman.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku, komên çekdar gelek ji malên gundiyan dizîne û şewitandine. Gundiyê ji gundê Til Hedara bang li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir da ku herêmê ji komên çekdar paqijbike û welatiyan rizgar bike.