Komên çekdar gefan li gundiyên Menacîrê dikin

Komên çekdar gefan li gundiyên Menacîrê dikin

Çavkaniyên ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê diyar kirin ku, komên bi navê Togaya El-Muta, Tabûrên El-Nexwa, Xureba El-Şam, Elahuekber û du Tabûrên bi navê Şiêtan li gundê Menacîr bicih bûne û bendên kontrolê danîne, gundiyan çavtirsandî dikin û dizî û talanê dikin.

Çavkaniyên ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê diyar kirin ku, komên bi navê Togaya El-Muta, Tabûrên El-Nexwa, Xureba El-Şam, Elahuekber û du Tabûrên bi navê Şiêtan li gundê Menacîr bicih bûne û bendên kontrolê danîne, gundiyan çavtirsandî dikin, dizî û talanê dikin. Heman çavkaniyan diyar kirin ku, ev kom Navenda Avê, Pêşxistina Gundan, Êma sewalan, Navenda Genim, Navenda Postê û Şaredariyê weke baregeh bikartînin û girtiyan jî li wir dîl digirin.

Hate ragihandin ku, li her navendekê nêzî 40 kesî, bi giştî nêzî 300 endamên komên çekdar li gundê Menacîr bicih bûne û têkiliya wan bi Cebhet El-Nesra re heye û fermanên xwe ji Til Ebyedê digirin. Çekên mîna Kelaşînkof, BKC, RBG û Doşka jî di destên wan de hene.

Dîsa heman çavkaniyan gotin ku, ji ber gef û zextên van komên çekdar piryaniya şêniyên Menecîrê koçber bûne, ên mane jî di nava tirs û fikaran de ne û doza parastinê  ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin.