Komên Çekdar 4 Kurdên din revandin
Komên Çekdar 4 Kurdên din revandin
Komên Çekdar 4 Kurdên din revandin
Komên Çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nesra 4 welatiyên kurd ên sivîl li ser riya di navber Til Temir û Hesekê de revandin.
Malbatên ciwanên kurd Amed Sêfeldîn Qadir û Şivan Ferhan diyar kirin ku zarên wan di deriyê Sînor ê Til Ebyedê ji Bakurê Kuristanê ber bi rojava ve dihatin, li ser riya di navber Til Temir û Hesekê de komên çekdar ên Cebhet El-Nesra li derdora gundê Esfûriyê yê Til Temir otbîs rawestandin û 2 ciwanên kurd û şofêrê otobîsê girtin û rêwiyên din ên ereb serbest berdan. Malbatan dan zanîn ku koma çekdar zarên wan birin cihekî ne diyar.
Li aliyekî din komên çekdar welatiyê bi navê Ekrem Mistefa Mistefa yê ji Hesekê û di firneya Til Temirê de kar dike dema ku ji bo biçe kar ji Hesekê ber bi Til Temir ve birê ket, ji aliyê komên çekdar ên Cebhet El-Nesra ve hate revandin.