Koma çekdar 3 xebatkarên tenduristiyê serbest berdan
Koma çekdar 3 xebatkarên tenduristiyê serbest berdan
Koma çekdar 3 xebatkarên tenduristiyê serbest berdan
Koma çekdar a girêdayî Xalid Heyanî 3 ji xebatkarên nexweşxaneya gerok ku li Şêxmeqsûd revandibûn serbest berdan û hîna 2 girtîne.
Çavkaniyên Heyva Sor a Kurd li Helebê, diyar kirin ku Koma çekdar a girêdayî Xalid Heyanî 3 xebatkarên wan ên ku di nexweşxaneya gerok a Şêxmeqsûd de revandibûn, serbest berdan û hîna 2 jî girtî ne.
Koma çekdar a Artêşa Azad a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî êrîşî nexweşxaneya gerok kiribû û 11 xebetkarên nexweşxaneyê revandibûn. Di nava 11 xebatkaran de 5 endamên heyva Sor a Kurd hebûn.