KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê biryara betalkirina weşanên NÛÇE TV, MMC Û ROJ TV şermezar kir û bang li Danîmarkayê kir ku tavilê ji vê biryara xwe ya li dijî prensîbên azadiya çapemeniyê ye, vegere.
Konseya Rêveber a KNK'ê, der heqê biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya rawestandina lîsansên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser hewldanên hevkar ên dewletên Danîmarka û Tirkiyê yên li dijî çapemeniya Kurd.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, ev biryar şopeke qirêje û dûrî prensîbên azadiya çapemeniyê ya navnetewî ye. KNK'ê diyar kir ku ev biryar di çapemeniya cîhanê de bê mînak e û destnîşan kir ku, yekem care kargeheke çapemeniyê bi cezayekî ewçend giran ê pere tê cezakirin.
Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku ev biryar ne huqûqî siyasî ye û li pişt dewleta Tirk heye û got, "Ev biryara bi hevkariya dewleta Tirk li dijî çapemeniya Kurd hatiye stendin, ne tenê biryareke ne rewa ye, di heman demê de dikare ji pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Kurdistan û Tirkiyê tê meşandin, bibe asteng."
KNK'ê bang li Dadgeha Bilind a Danîmarkayê kir ku nekeve bin bandora siyaseta dewleta Tirk, ji vê biryara xwe ya bê rewa vegere û ji rêzê li mafê azadiya çapemeniyê bigire.
KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû partî, rêxistin û saziyên sivîl ên Kurd kir ku li dijî vê biryarê bêdeng nemîne û xwedî li deng, reng û hebûna xwe derkevin.